|
Wezîr ”Sabuni” kete ber xezeba Evin Çetinê
Derdê xerîbiyê li Ewropayê ne tenê hesreta
welat, bêriya xizm, dost û yarê kirin e. Êşên
xerîbiyê pir in. Yek ji wan jî ”rasîzm” e, anku
nijadperestî, zikreşî û neheqiyên li dijî
bîyaniyan in.
Li Ewropayê, gelek caran dîploma zanîngehan û
zîrekbûn têr nake ku bîyanî kariyêrên polîtîk û
pozîsyonên bilind di karxaneyan de bi dest
bixînin. Li pêşiya mirovan bend û kelemên eşkere
û sergirtî hene. Kesên biyanî gelek caran bêkar
dimînin anjî di karên cewaz û bi mehaneyên
(meaş) kêm kar dikin. Neheqiyên li dijî wan, li
cihên kar, nexweşxane, dibistan û deverên fermî
eşkere xuyanî dikin.
Bê guman e ku ji bo ku rê li ber neheqiyan bê
girtin, pirsgirêk gelek caran tê niqaşkirin,
qanûnên nû têne derxistin. Lê dema beşek ji
dezgehên dewletê yên dadgehkirin û polîsî ne
xwedî helwestek rêkûpêk bin, qanûn jî weke
tekstekî dimîne û zêde bandora xwe nabe…
Li welatên pêşketî rasîzma di nava bîyaniyan de
nebûye cihê lêkolînan
Kesên bi xebatên mafên mirovan dadikevin dikarin
baştir bibînin û bişopînin ku, li welatên
pêşketî, nijadperest, alîkarên dîktatoran,
oldarên konservatîv, parêzvanên fikir û
îdeolojiyên hişk jî di nava xerîban de hene.
Anku di nava bîyaniyan de rast jî hene û çep jî
pir in. Kesên demokrat jî hene û nijadperest jî
pir in.
”Nijadperestî”, ”bandora derûdor û malbatî”,
”tercumekirina hiziran bi şaşî”, ”eşq û
serxoşiya text û tacan”, ”bikaranîna bîyaniyan
weke navgînên polîtîk” û ”dûrketina ji rastiyê”
dikare berê hinek kesên xerîb, bi zanabûn anjî
nezanî bide rasîzmê. Rasîzma kesên bîyanî dibe
du (2) serî:
- Bîyanî ji wan re dibin hedef
- Ewropî jî dikevin ber pêla êrîşê wan
Lê beşek ji dîtin û kirinên bîyaniyên nasdar
anjî siyasetvanan hene ku, dikarin ji derve weke
rasîzm bêne dîtin û nirxandin. Ji kirin û
dîtinên wisa re hinek wext pêwîst e da ku
bistewin û bêne fêmkirin û di rastiya jiyanê de
bêne dîtin.
Li Ewropayê, bi çi navî bê navdarkirin, rasîzma
xerîban jî heye û li benda lêkolînên piralî ye…
Rexneya Evîn Çetin li Wezîra integrasyonê Nyamko
Sabuniyê
Wezîra karê muhacira, anku integrasyonê ya Swêdê
Nyamko Sabuni bi eslê xwe ji Kongoya Efrîkayê
ye. Ji awira însanî û mafê jinan ve gavên wê yên
erênî hene.
Lê hinek ji kar û fikrên wê ku li dijî xerîban
xuyanî bike hene ku, nikarin bêne fêmkirin.
Pirtûka wê ya dawî ”Det nya Sverige” jî di vê
çarçoveyê de rê ji bo niqaşên nû vekir.
Li Swêdê mafê dêbavan heye ku, bi zarokên xwe
yên biçûk dakevin û ji bedêla karkirinê, demekê
wext bi zarokên xwe re derbas bikin. Lê Sabuni
dixwaze, mafê bîyaniyan kêm bibe. Her wisa,
çînek nû ji xerîban ava bibe ku, di karxaneyan
de bi mehaneyên pir kêm kar bikin…
Siyasetvana Kurd ji Sosyal Demokratên Swêdê û
berendama parlemantoyê Evin Çetin di rojnameya
rojane ”Aftonbladet” de, dîtinên Sabuni bi hişkî
rexne kir. Çetîn, siyaseta toreyî ku dixwaze
mafê xerîban kêm bike û wan weke tirale nîşan
bide, weke neheqiyek mezin nîşan da.
Evînê dihêne zimên ku, hejmarek ji bîyaniyan di
dibistanan de zîrek in û dîplomên wan pir baş
in. Lê ji zanabûn û dîplomên wan sûd nayê
girtin. Ew mecbûr dimînin ku di karên kêm meaş û
bêkalîte de bixebitin. Sabuni, rewşa wan nabîne,
naxwaze bibîne û rê li ber şaşîtiyê bigire.
Dikeve şaşîtiya siyasetvanên nijadperest, bi
hizirên xwe mercên jiyana xerîban nexweştir
dike. Dema ev xet bidomîne li Swêdê dê çînek nû
ji xerîban pêk bê ku li neheqiyên wan li wan
dibin eşkeretir xuyanî bike.
Hizirkirina Sabuniyê çiqasî rast anjî şaş e,
girêdana xwe bi rasîzmê heye an jî tune ye dê
wext nîşan bide. Di pêşerojê dê baştir bê dîtin
û fêmkirin. Lê tiştê eşkere ew e ku, niqaşa
Çetinê ya nû pirsa xerîba û neheqiya li wan dibe
ji nû ve anî rojeva hilbijartina Swêdê. Çetînê
rojnamevan, siyasetvan û debatorên Swêdî li
Sabuniyê sor kir. Bala siyasetvanê swêdî kişand
ser bê edaletiya li dijî bîyaniyan pêk tên.
EuroKurd News
بۆ ناردنی کۆمێنت یا روانگه و
بۆچوونی خۆت لهسهر ئهم بابهته، لهم فۆرمه
کهلک وهرگره
|